2024/05/07 7:50:37
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Giştî | ber bi serxebûnê
Capture

ber bi serxebûnê

rolê mamostayan

• pşka sêzdê:
demê min guh li peyiva mamosta dbît yan mamostayekî dbînm, êkser qûnaẍa seretayî ya xwandinê di jiyana min da dhête bîra min û rolê mamostayi dhête bîra min kanê mamosta di nav civakî da di hemî qûnaẍên jiyê mirovî çendê giring û mezn û bi bihaye mamosta ew kar ekterê karaye demê her takekesekê bi taybet dqûnaẍa zarokîniyê û taku dûmahiya jiyê wî jtariyê ber bi ronahiyê dbet mamosta ew kar ektere demê ew gotina kurdewariya meznan dhête bîra mirovî demê dbêjn êk bi seda û sed bi êkê li gor bawerya min mamosta ew takekese ewê bi rastî jî ne êk beramberî sedaye belku êk beramberî hzara û hêşita zêdetire ,lê daku bihêne ser wî babetî ewê me divêt beḧs bikeyin. ew jî rolê mamostaye jbo prosa rîfrandoma serbixweya kurdistanê kanê eger mamostayî bvêt rol hebît û rolê xwe bigêrît û bibîte ew mirovê gelek mezn û karîger di nav civakî da bi taybet bo prseka nşitîmanî û neteweyî û perwerdeyî mîna prsa rîfrandoma serbixweya kurdistanê mamosta bşêt giringiya rîfrandomê bo hemî texuçînên civakî beḧs biket mamosta dşêt pîroziya rîfrandomê bo hemî civakî beḧs biket, mamosta dşêt xelkî hanbiden daku pşkdariyeka êkcar mezn û kar divê prosêsê da biket, mamosta dşêt dengê belê ew belê ya li şekrê şrîntir bo hemî xelkî şrove biket mamosta dşêt bi dengê belê hîvî û omêdên mezn li dev xelkî peyda biket çuniku gelek caran di nav xelkî û xêzanê da deyk û bab prsiyarekê li zaroyên xwe dken dbêjn kurê min yan kça min ev kare yan ev tşite yan ev pêzanîne ya xelete di bersvê da zarok dbêjne deyk û babên xwe hûn drewa dken deyk û bab dbêjn boçî em drewa dkeyin tu çawa dzanî em drewa dkeyin ev tşitê me gotî yê raste ne drewe di bersvê da zarok dbêjn mamostayê me yan mamostame ev pêzanîne ya gotiye me zarok dbêjn ewa mamostayi gotî ya druste nek ewa hîn dbêjn.
lewra eger çend pêzanînek ya şaş jî bît madem mamostayi gutiye ew ya druste ji ber hndê mamosta gelekê bi biha û ‘ezîze li dev her takekê civakî ya min divêt bêjm axftina min gotinên min di arastekrîne bo wî mamostayê ‘ezîz ku divêt nuke mezntirîn rol başitirîn rol bihatirîn rol bigêrît dprosa rîfrandoma serbexweya kurdistanê da, daku hemî civakê kurdistanê bi hemî pêkhatên xweve li tarstana zulm û zurdariya rjêmên êk li dûv êkên ‘îraqê rizgar biken civakî berev ronahiyeka geleka bi şewq û aşna biken we li gor bawerya min her ev çaverê ye li mamostayan dhêtekirin çuniku mamostayan di hemî qûnaẍên ḧkumiraniyê da drêẍî nekriye mîna di sala(1991) da mamostayên kurdistanê bûn nehêlan prosa xwandinê ra bi westît bi xubexşane û bê beramber ayindên zaroyên kurdistanê ronikirin serferaziyeka êkcar mezn bo xwe milletê xwe bo ḧukmeta xwe drustkirin di pêşwazîkirina awaran da dergehên qutabixanan bo awaran vekirin gropên rêkxistinê yên mamostayan drustkirin û xizimeta wan kr dbrîna mîzaniya ḧukmeta herêma kurdistanê da jlayê ḧukmeta ‘îraqê ve dabeşkirina mûçê mamostayî bo nîvekê wate nîv mûçe her mamostayi nehêla prosa xwandinê rawestît û berdewamî bi perwerde û fêrkirin û zanist û zanînê da eve hemî ew serferazîne ewên mamostayi bixwe tomarkrî û meznahiya xwe nîşa civakî dayi lê evroke çaverêyeka êkcar mezn û mezntir li mamostayi dhêtekirin jbo rîfrandoma serbixweya kurdistanê, dîsa xetîrê here mezn didestên wî dabît.
çuniku xudan hzire, çuniku rewşenbîre ,çuniku xudan zanist û me’rîfeye we ew zêdetir êkê dî gelek baş dijiyanê dgehît we mamosta gelek baş dzanît kanê rîfrandoma serbexuya kurdistanê çenda mezn û giring û pîroze mamosta gelek baş dzanît drustibûn û ragehandina dewleta kurdistanê çenda bihaye, lewra delîveka gelek giring û zêrîne bo mamostayi hatiye pêş ku ew berî texeka dî ya civakî destpêşxeryê biket we rolê xwe bigêrît dprusa rîfranduma serbexuya kurdistanê da we dê şêt vê carê jî wekî carên dî serferaziyeka hêşita mezntir tomar biket we dê şêt mamostayi û peyiva mamostayi bêxîte di mêjûya serferaziyê da. lewma li dûmahiyê dbêjm mamostayê qedrgran mamostayê bi biha mamostayê ‘ezîz û xirşitvî ez dgel te tu dgel min em herdu pêgve bo rîfrandoma serbexweya kurdistanê.

ber bi serxebûnê
rolê werizşvanan
pşka çardê:
dbêjn ewa di rêya werizşê da dhêtekirin, di rêya siyasetê da nahêtekirin, wate ewên werizşê dken plan û berinamên werizşî dadrêjn hemî pêgve werizşvanin li hemî cîhanê jî werizşê û werizşvana kartêkirineka êkcar mezn li ser raya gşitî heye, di heman dem da hevrkiyeka mezn di navbera helbijartiyên werizşî û yaneyên werizşî û handerên werizşî heye, ewa min divêt bibêjm rolê werizşvan û werizşkaraye di bangeşeya rîfrandoma serbixweya kurdistanê da li gor bawerya min werizşvan dşêt rolekê êkcar mezn bigêrît di hemî prosa rîfrandoma serbixweya kurdistanê da, bo nmûne du yaneyên werizşî di rêya werizşvanan da dşên cwantirîn yarî pêşkeşî handerên xwe biken bi armanca handana handeran û xelkî bo pşkdarîkirinê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da, lê dengê belê werizşê bi hêztir dket dengê belê werizşvanî cwantir û başitir û bi bihatir nîşa handerî didet, dîsa werizşvan dşêt di rêya rîklameka werizşî da bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê hemî handerên werizşî serinca wan rabikêşît bo hndê bi êk deng û reng hemî pêkve pşkdariyê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da biken.
yaneyên werizşî di rêya werizşvanên xwe da dşên hemî rêk û mîkanziman bikaribînin bo handera û handerên xwe daku hemî pêgve pşkdariyê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da biken.
we bi corekê handerên xwe têbigehînin ku eger rîfrandoma serbixweya kurdistanê sergrt dê karê werizşî jî pêşkevît êk ji pêşkeftinên here mezn û berçavên kurdistanê drustkirina helbijartiyê kurdistanê ye ku ew helbijartî dê yariyên mezn li ser astê cîhanê li gel helbijartiyên dî yên dewleta ken û helbijartiyê kurdistanê dê şêt li ser hemî clubergên werizşî û edrêsên wan alayê kurdistanê hebît we dşên li hemî welatên cîhanê di kongreyên rojnamevanî da beḧsa helbijartiyê kurdistanê biken li pşita wan li ber singê wan alayê kurdistanê yê danayî bît eger werizşvana bvêt hîç werizşvanekê kurdistanê êdî bi navê ‘îraqê pşkdariyê di hîç berîkane û qaremaniyekê da neken, divêt ew xêzan û mal û malbatên xwe handerên xwe palpşit û pşitevanên xwe hemî pêkve pşkdariyê di rîfranduma serbixweya kurdistanê da biken, heke wan bvêt ji evro wêve di hemî berîkane û qaremaniyan da bi navê komara kurdistanê pşkdariyê biken zêdetir rêz li wan bêtegirtin pêşwazî li wan bêtekirin weku werizşvanên komara kurdistanê divêt bê dudlî ew û handerên xwe pêkve pşkdariyê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da biken.
çuniku her texeka civakî dşêt rolê xwe bigêrît pşk hebît di drustkirin û ragehandina dewleta kurdistanê da, lê divêt di navbera hemî texuçînên civakî hevrkî drust bibît bo hndê kanê kî dê şêt pşka baş û mezn bi destkevît bi dîtina min eger werizşvanî bvêt dê pşka here mezn bi ber wî kevît didrustkirina dewleta kumara kurdistanê da we paşan pariyê mezn jî dê her bo wî bîtin handerên mezn jî dê her bo wî bin we berî drustibûna dewletê bi sedan kes dê pşitevan û hander bin bo werizşvanî, lê pşitî drustibûna dewletê ev rêje dê zêde bît û dê bi hzareha kes hander û pşitevan bin bo werşvanî, çuniku werizşa kurdistanê jî dê çîte di nav nexşê werizşa cîhanî da wate werizşvan û yaneyên werizşî helbijartiyê kurdistanê dê bi navê komara kurdistanê pşkdariyê di hemî berîkane û qaremaniyên cîhanî da ken, lewra jboyi rîfrandoma serbixweya kurdistanê jî werizşvanan rolekê herê mezn heye, ku min bawerî pê heye yên dken hêşita jî dê ken her eve jî li wan dhête çaverêkirin xaleka gelek giring û mezn min divêt beḧs bikem di hemî yarîkirinê da hêla spî ya hatiye diyarîkirin bo her yariyekê wate ew hêla spî sinorên yarîkirina rast û drust û yasayine bo hndê bo kurdistanê jî hêl û sinûr û nexşe bêne diyarîkirin werizşvan dşêt mezntirîn rul hebîtin çuniku demê tepe ji hêla spî der dkevît yarî radwestît we demê sinûr bo kurdistanê hatine diyarîkirin hemî karesat û tawan û cînusayd li ser kurdistanê radwestin wate herduka peywendiyeka rastewxu pêgve heye, lewra jî bo hndê ewa me li destpêkê gotî nuke jî bêjîne ve û bîra hemî werizşvanan bînîne ve ku karê werizşî ji karê siyasî kêmtir nîne, belku di gelek rûdan û pêşhatan jî da zêdetire jî, çuniku gelek caran ewa werizş dşêt biketin siyaset neşêt biket we ewa werizş dket drêka werizşvan û werizşkara daye, lewra bo her rûdanek û pêşhatekê werizşvan û werizşkara rolekê mezn heye di proseya rîfrandoma serbixweya kurdistanê jî da dê şên ew kar ekterên kara bin serkêşiya pşkeka here mezna civakî biken bo handana xelkî dpşkdarîkirina rîfrandoma serbixweya kurdistanê da li dûmahiyê dê bêjm werizşvan û werizşkarê xuşitvî eger te bvêt yê dlşad û serkeftî bî di hemî yariyên xweda bêje belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê eger te bvêt di mezntirîn qaremaniya cîhanî da hevrkiyê bikeyi û bibiye qaremanê cîhanê jte dhête xwastin te mezntirîn rol hebît drîfrandoma serbixweya kurdistanê da, çuniku serkeftina rîfrandomê bi dengê belê ragehandina dewleta kurdistanê mezntirîn kasa serkeftinê ye di destên teda, lewra kurdistan daxwazê jte û handerên te dket (25/9/2017) hûn hemî pêgve bibêjn belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê.

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *