2024/05/07 7:19:29
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Giştî | ber bi serbexweyê
abdul aziz

ber bi serbexweyê

• pşka yazdê:

rolê dukandaran
ya veşartî nîne ku her car em beḧsê rolê texek û çîneka giringa civakî dkeyin li dûv têgehişitina me hemî ewên em beḧs dkeyin dgiringn, lê hndek li hndekên dî giringtirin ewa evê carê min divêt beḧsê rolê wan bikem, ew jî(dukandarin) rolê dukandaran weku ew texa gelek giring ku rojane rastewxwe danustandinê li gel xelkî dken ew dşên raya gşitî bi her arasteyeka wan divêt biben çuniku bi rêya karê xwe danustandinan li gel texên dî yên civakî da rojane li gel hzareha mirovan dken eger wana bvêt dê civakî bi arasteyeka erênî ve ben yan beruvajî, lewra li gor bawerya min dukandar dşên rolekê êkcar mezn di proseya rîfrandoma serbexweya kurdistanê da bigêrin, dukandar weku mirovekê rêncber dşêt rolê xwe di hemî prosên jiyanê da bigêrît û rêncberya xwe roj bi rojê ber bi pêşve bibet, çuniku divêt bzanît eger nşitîmanê ew têda dijît ya azad û ya aram bît, ew jî dê şêt bazarkirinê bi rengekê hêşita başitir serkeftîtir encamdet, nek hemî hzira wî bi tinê li ser parewergirtin û qazanckirinê bît. kêm kes hndî dukandarî rojane xelkî dbînît, kêm kes hndî dukandarî rojane serederyê dket, kêm kes hndî dukandarî rojane danustandinê dket, belê hemî ew babetên me beḧskrîn pêdivî bi ser rawestiyanê ye, ew jî kanê çend ji wan gotin û kriyaran di berjewendiya gşitî dane, çend ji wan gotin û kriyaran bi tinê di pare wergirtin û berjewendiya wî dane, ya giringe em hemî gelek bi başî bzanîn eger kurdistana me azad bû sinorên me hatine destinîşanikirin wî demî hemî dukandar dê başitir û karatir hawrdekirinê û hnardekirinê ken wî demî dê zengîntir bin û dê navê welatê wan li ser mtayê wan hête nvîsîn, ev çende ji derveyi bazarkirinê û qazanckirinê bo mirovî ji layê derûnî ve aramiyeka êkcar mezne ji ber hndê jî bo prseka mîna prsa rîfrandoma serxweya kurdistanê dukandar dşêt di frotina her mtayekê da li gel her kesekê kartekê bidete bikrî ku naveroka wê kartê handana xelkî bît daku pşkdariyê bi belê di vê prosê da biken di heman dem da di pare wergirtinê da dukandar dşêt prsa rîfrandoma serbixweya kurdistanê li gel bikrrê xwe, beḧs biket, dîsa dzvrandina baqiya pareyi da dukandar dşêt bibêjît eve min bihayê (250) dînaran yan zêdetir li te zvrand daku jbîrinekeyi pşkdariyê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da bikey, di wî demî da ne bi tinê serokê herêma kurdistanê, ne bi tinê pêşmergeyek li sinoran ne bi tinê mamostayekê ayinî li mzgeftê yan her olekê dî ne bi tinê kadrekê layenê siyasî ne bi tinê mîdiya belku dukandar jî dê bîte kar ekterekê êkcar mezn û dê bîte hevpşkê wan hemî layenên me beḧskrîn û dê bi drustî bîte xudanê vî welatî wate eger dukandarî bvêt dê şêt bibîte pşkeka mezn li serêxistina prosa rîfrandoma serbixweya kurdistanê li herêma kurdistanê, lê heke nevêt yan neket wî demî arîşeka mezn peyda dbît çu demekê neşêt bi mirtaḧî serê xwe danîte ser balîfka xwe û binvît her dê axînika helkêşit di wî demî da peşêmanî fayde naket, ji ber hndê evro roj roja hemî texekê ye nexasme ew texa giringa dbêjnê dukandar, lewra jî ew gotina meznan dhête bîra mirovî demê dbêjît (şolkerê xwebe xoşitviyê xelkî be), dukandar dê bîte şolkerê xwe xoşitviyê xelkî dê mtayê xwe jî froşît, dê parên xwe jî wergrît dê qazanc jî ket, lê divêt hemî prsên nşitîmanî û neteweyî jbîr neken daku bşêt li ser bazarkirina xwe yê berdewam bît, eve hndek maf û erkên dukandarî bûn me dane xoyakirin, belê raman ew nîne ku eve bi tinê ne û bi dûmahî hatin di prseka mîna serbixweya kurdistanê da, divêt em hemî xwe bi xudan bzanîn bibîne hevpşk û palpşit bo serkeftina wê prosê, çuniku eger me ew nekr em hemî têda dê xusaret bîn, demê xusaret jî dbîn, di wuvda em çi bikeyin fayde naket, çuniku nuke em weku herêma kurdistanê yê wekî xwe daxvên, belê me pêdivî ya bi drust bûn û ragehandina dewletê heyi dewletê jî pêdivî ya bi me hemiyan hey, lewra heke destê rastê hêza dewletê bît destê çepê hêza me bît wate dê du dest têkda bin dê bîte hêzeka êkcar mezn ku çu neḧez û neyar û dujminek neşêt xwe li ber wê hêzê rabigirît, lewra dbêjm gelî dukandarên xoşitvî hzira xwe baş bike desta bihelîne ev demê li pêşiya te demekê zêrîne û çi caran di jiyana teda dubare nabîte ve ez û tu pêkve em hemî pêkve bo hişiyariya xelkî bo handana xelkî bo pşkdariya xelkî daku hemî xelk pêgve bêjn: belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê wî demî em hemî pêkve dê çîne di mêjûya serferaziyê da.

rolê fermanberan
(pşka dwazdê)
‘ebidul’ezîz mḧsin barizanî
serokê inisttiyota dhok bo rewşenbîriya gşitî
di nav sîstemê ḧukmiraniya her welatekî da pêdivî bi damezirandina fermanberan heye bo raperandina karubarên rojane li herêma kurdistanê jî dbêjn zêdetir li miliyonek û çar sed hzar fermanberan heye, heke ev fermanbere jiyê wan di ser (18) saliyê da bît, wate hemiyan pêkve mafê dengdanê heye heke fermanber bi wjdanane hzir biket û eve çend sale heyivane mûçekê baş beramberî karê xwe li ḧukmetê werdgrît, lê pşitî brîna mîzaniya ḧukmeta herêma kurdistanê ji layê beẍda ve mûçê fermanberan bi nîvî bûye.
çuniku birrîna mîzaniya ḧukmeta herêmê dijî distûrî ye dijî binemayên mafê mirovî ye, lê sed ji sedê prseka siyasî ye bo hndê xelkê kurdistanê bi gşitî û fermanber bi taybetî bikevine dbin gvaşitin û karîgerî û kartêkirina ḧukmeta ‘îraqê ve, rîfrandoma serbixweya kurdistanê jî sed ji sedê prseka siyasî ye, bo hndê xelkê kurdistanê fermanberên ḧukmeta herêma kurdistanê nekevine bin wê hzir û têgehişitina ḧukmeta ‘îraqê, divêt pêdivî ye hemî pêkve xwe amade biken bo pşkdarîkirinê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da ya êkê nakevine bin gvaşitinên ḧukmeta ‘îraqê ya duwê dê bine xudan serwerî ya siyê dewleta kurdistanê dê pşitibestinê li ser xwe ket, dê nîv mûçê fermanberan kete mûçê drust, lê divêt li dûv sîstemekê serdemiyane û dadperweryane bît ku mûçe û bazar hevsengiyek di navbera wan da hebît, ji ber hndê fermanberên ḧukmetê divêt bê dudlî û ne bi tinê pşkdariyê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da biken, belku divêt hevalên xwe malbata xwe cîranên xwe kesukarên xwe têbigehînin han biden daku hemî pêkve di (25/9/2017) bibêjn belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê, çuniku divêt nehêne jbîrkirin û fermanber gelek bi başî bzanît ku berî her tşitekî erkekê mezn dkevîte ser milên wî beramberî xwîna şehîdan beramberî qurbanîdana gelê kurd û xelkê kurdistanê li beramberî xwîn û xuh û rondkên gelê kurd û xelkê kurdistanê beramberî ew axa li ser dijît beramberî wî alayê li ser her fermangehekê hatiye heldan, lewra ev roje roja zvrandina kerameta milletê kurd û xelkê kurdistanê ye ewjî bi du rêya.
1ـ pşkdariya fermanberî di roja rîfrandomê da.
2ـ bi belê bibêjît belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê.
li wî demî ew erkên gşitî nîşitîmanî û neteweyî mirovî exlaqî dînî li ser xwe ra dket di heman dem da wjdana xwe tena dket û divêt fermanberê ‘ezîz û xoşitvî evê çendê jbîr neket we bo ronikirina evî babetî di çarçûvê nşitîmanperwerî da divêt rêveberê her rêveberyekê bi drustî rolê xwe bigêrît.
1ـ bo hişiyariya fermanberan.
2ـ bo ronikirin li dor prsa rîfrandomê.
3ـ bo handana fermanberan di pşkdarîkirina rîfrandomê da.
4ـ bo hndê hemî fermanber bi belê bibêjn belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê.
5ـ ev rîfrandome bo ragehandina dewleta kurdistanê ye.
6ـ bo nehêlana nîv mûçe û rastvekirina mûçê druste.
di wî demî da min bawerî heye ku hemî fermanber bê dudlî dê pşkdariyê ken û bi belê dengê xwe den, çuniku fermanber ew texa giringa civakî ye kesên xwandevan û têgehişitîne, lewra divêt berî texeka dîtirê hevrkiyê biket bo pşkdarîkirinê di vê prsê da raste gelek caran me gu li dengê nerazîbûna fermanberî dbît û arîşa here serekî nîv muçeye, dîsa gîrobûna mûçeye we gelek caran bo evê çendê arîşên xêzanî drust buwîne, belê ḧukmeta ‘îraqê bi beriname û pîlan ev çende dijî xelkê kurdistanê encamda bo hndê beriname û pîlanên ḧukmeta ‘îraqê jnav biçn çi dî arîşên xêzanî drust nebin çi dî ku ḧukmeta kurdistanê arîşa mûçedanê nebît du erk dkevine ser milên fermanberan bo hndê xwe civakê xwe milletê xwe xelkê kurdistanê li van hemî arîşan rizgar biket.
1ـ dê li rêkeftî (25/9/2017) pşkdariyê di rîfrandomê da ket.
2ـ dê bêjît belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê.
wî demî fermanber dê çîte di dîroka serferaziyê da dê xwe milletê xwe welatê xwe li arîşên gelek mezn rizgar ket û min baweryeka mezn ya heyi ku fermanberên ḧukmeta herêma kurdistanê dê wekî kerineval pşkdariyê di vê prsa nşitîmanî û neteweyî da ket, ji ber hndê bo her kawdanekê fermanberî rolekê here mezn û karîger heye, bi tinê ya mayi bêjm fermanberên xoşitvî em hemî pêkve çaverê cwamêriya heweyine daku hûn hemî pêkve, bibêjn belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê.

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *