2024/05/07 8:32:02
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Giştî | ber bi serxebûnê
Capture

ber bi serxebûnê

rolê awareyan
ـ pşka pazdê:
dbêjn awareyî derdekê gelek grane, çuniku ji encamê rûdanekê li ser milk û mal ḧalên xwe revîne awareyî cihekê dî buwîne nexasme ew awarên devera şngalê û dewruberên parêzgeha mûsl ku pşitî hatina da’ş ew xelkê keftîne destê da’ş li gel xwe brin û weku wan viyayi serederî dgel kirin, lê ewên dî li serkut û pêxas bi zkê brsî bi griya zaroyan bi rondkên daykan bi tirseka zêde ber bi deşit û çiya brêkeftin bo hndê bşên giyanê xwe jmirinê rizgarbiken qesta kurdistanê kirin nexasme parêzgeha dhokê dhokiya jî bi ḧukmet û xelk ve pêşwaziyeka êkcar mezn li wan kirin dergehên malên xwe bo vekirin dergehên qutabixanan bo vekirin herçende baraptirî ne buslman jî bûn lê dergehên mzgeftan bo hatine vekirin, lê evroke qûnaẍeka dî ya jiyanê hatiye pêş pêdiviye hemî xelkê kurdistanê bi hemî ol û neteweve xwe, lê bikene xudan ewjî prosa rîfrandoma serbexweya kurdistanê ye, min divêt bîra awara bînmeve ku eger wan bvêt bzvrineve serwarê xwe cihê babukalên xwe careka dî tûşî awareyê û derbederyê û revê û tirsê û brsê û cînosaydê nebineve, bi tinê dermanê wan ragehandina dewleta kurdistanê ye di nava ragehandina dewleta kurdistanê da hemî pêşbînî ewn ku şngal û devera şngalê dê bîte parêzgeh ku eger bibîte parêzgeh jî mafekê siruşitî yê xelkê wê deverê ye, çuniku qeza şngalê êk ji kevintirîn qezayên ‘îraqê û kurdistanê ye we demê xelk bi belê dengî bo rîfrandoma serbexoya kurdistanê diden bila baş bzanin pşitevaniyeka êkcar mezne bo pêşmergehên qehreman nexasme li sercemê (1710) şehîdên bi tinê di şerê da’ş da nêzîkî (600) pêşmerge li devera şngalê bo rizgariya axa şngalê hatîne şehîdkirin û li sercemê zêdetir (11000) hzar brîndara nêzîkî (3000) hzaran bi tinê li sinorê devera şngalê hatîne brîndarkirin divêt ev çende di hzir û mejî û ‘eqlê hemî awaran da bît û çi caran evê çendê jbîrineken we padaşitê xîna wan şehîdan padaşitê qaremaniya wan pêşmergan bejdarî kirine drîfrandoma serbexoya kurdistanê da hemî pêkve bibêjn (belê), dîsa bo hndê hemî ew zaro û kç û kurr û jn û mêrên di destê da’ş da bihêne rizgarkirin başitirîn hêz bo rizgarkirina wan bejdarîkirine di rîfrandoma serbexweya kurdistanê da, çuniku demê kurdistan dbîte dewlet dkevîte li ser nexşê cîhanê di wî demî da pêdivî ye cîhana azad hemî pêkve wan hemî mirovan ji destê tîrrrstan rizgar biken.
di heman dem da padaşitkirina ḧukmeta herêma kurdistanê xelkê kurdistanê padaşita qutabixanan dêran mzgeftan di demê aware bûna wan û veḧewandina wan bitinê bitinê pşkdarîkirina awareyane dprosa rîfrandoma serbixweya kurdistanê da demê kurdistan dbîte dewlet sinûrên mejî dê parastî tir bin ew ‘erebên şovînî û cîranên devera şngalê ewên buwîne egerê encamdana cînosayd û tawan û karesata wê deverê êdî dê xatira xwe ji wan xwazn û ew dê li dewleteka dî bin tujî dê li dewleta xwebî ji evro wêve hemî xelkê deverê dê bi aramî û êminahî jiyanê derbazken bo hndê başitirîn xizimetguzarî li deverê hebît bo hndê xudan jiyaneka serdemiyane bin wekî hemî civakên cîhanê dçarçûvê bexteweryê da bijîn dermanê derdê hemî awareyan bejdarî kirine drîfrandoma serbixweya kurdistanê da.
eger nuke aware di ne aram bin jber ne awarebûnê pşitî ragehandina dewleta kurdistanê dê hevrkiya xoşguzeraniya jiyanê ken we dê di çarçûvê ne aramiyê da derbaz bin parêzgeha şngalê jî wekî hemî parêzgehên dî dê xizimetguzariyên cura û cor bo wî xelkî hebin we dê ofîsên rêkxirawên civakê medenî û rêkxirawên biyanî rêkxirawên ser bi netewên êkgrtî ve dê lê hêne damezirandin dwî demî da dê deng û reng û pêdivî û daxwaziyên wan rastewxwe gehne cîhana ji derve we dê li dûv pêdivî û daxwaziyên wan plan û beriname bo hêne danan we dê xelkê deverê ew bixwe karmend bin di nav wan rêkxirawan da dê karmend bin di nav damudezgehên devera xweda dê pêşmerge bin bo parastina sinûrên devera xwe di wî demî da başitirîn jiyan dê bo deverê zvrît û dê xelkê wê deverê hest bi aramiyeka zêdeket, lê eger wan bvêt ewa me gotî bo wan çê bît divêt hemî aware bi kç û kurve bi jn û mêrve bi pîr û kal ve bi kerinevalekê êkcar mezn bi alayê kurdistanê bi sirûda eyi reqîb pêkve (25/9/2017) bibêjn belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê bila aware hemî xelkê kurdistanê bi hemî pêkhat û ayin ve nekevine di çarçûvê dudliyê da nebêjn em nzanîn kanê rîfrandom dê hête paşxistin yan ne ez dbêjme wan nahêne paş êxistin çuniku rîfrandom amiraze bo cêbecêkirina armanca mezn ewjî ragehandina dewleta kurdistanê ye jber hndê dê bêjm bedîlê rîfrandomê bi tinê encam dana rîfrandomê ye yan bi ramaneka dî bedîlê rîfrandomê bitinê ragehandina dewleta kurdistanê ye.

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *