2024/05/19 7:07:17
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Çalakî | ber bi serbixweyê
abdul aziz

ber bi serbixweyê

pşka pêncê ـ rolê pêşmergey
pêşmergê duhî li ser astê kurdistanê navekê gelek mezn û giring û pîroz bû, lê qaremanî û berxudan û xogurîkirin îrade û bawerya wî welê kr ku bi navudengiya wî sinorên kurdistanê û ‘îraqê rojhelata navîn derbaz biket bo hemû cîhana azad û evroke demê li bajêrekê ewropî li bajêrekê emirîkî êk dbêjît ez pêşmerge me xelkê biyanî bi girinijînve û ‘eşqeka zêde wêne û sêlfiyan li gel dgirin, çuniku pêşmergê kurdistanê li pêş hemû mirovên azadî xwaz cîhana azad bergrî li mirov dîn ayin pêkhat û mirovatiyê kr we şiya rêkxirawa tîrorstiya da’ş ewa hemû cîhan tûşî lerizokê krî bi karên xwe yên drrindane, belê pêşmergeyi ew rawestandin jnavbrin estoreya wan têk şkand pêşmerge bi bîrubawerên xwe bi çekekê gelek svk bi pustalên xwe yên pîroz da’ş hzira da’ş bo da’şiya bo hemû cîhana azad binaxkirin, duhî rolê pêşmergê kurdistanê di şerrên partîzanî da di bzava rizgarîxwaza gelê kurd û xelkê kurdistanê da şiya be’siya binax biket, evroke jî pêşmergên kurdistanê yên buwîne navudeng û rengekê nîv dewletî ku di navendên briyardanê da beḧs li ser qaremaniya wan dhêtekirin, belê hêşita rolê wan tmam nebûye evroke jî em çaverê dkeyin ne bes bi lwîliya tvenga xwe bi xwîn rêtina xwe bi qehremaniya xwe bi berxudana xwe, belku bitinê bi dengê xwe bibêjn belê bo rîfrandoma serbexweya kurdistanê dê sinorên kurdistanê hêne destinîşanikirin dê nasinama kurdistanê hête diyarkirin dê parê kurdistanê hête diyarkirin dê pasporta kurdistanê hête diyarkirin, dê kurdistan li pra biçûkiyê turk fars ‘ereb derbaz bît dê kerameta xelkê kurdistanê hête zvrandin dê bi dengê xwe kurdistan li hemû gurgên drinde hête parastin û heke pêşmerge nebin, dê gurg xelkê kurdistanê xon ji ber hndê bo zêdetir ronikirin û şrovekirina evî babetî ez weku ‘ebidul’ezîz dê van prsiyaran arasteyi kak rêncberî kem daku hêşita babetî şrove biket.
p 1/ kak rêncber tu rolê pêşmergê kurdistanê di prosa rîfrandoma serbexweya kurdistanê da çawa dbînî?
rêncber: belê guman têda nîne ku eger pêşmerge neban ev barudoxê nuke drust nedbû eger pêşmerge neban bwîk û zavayek nedşiyan şehiyana xwe biken, zaro nedşiyan biçne qutabixanan nesax nedşiyan biçne nexoşxanan, xelk bi gşitî pêkhatên dînî neteweyî nedşiyan mumarsa bîreweryên xwe yên ayinî û neteweyî bigêrin xelk bi gşitî nedşiya jiyanê berdewam biken, çuniku pêşmergeyi hemû pêkve dparastin berevanî li kurdistanê û li hemû kurdistaniyan dkr, lê evro jî pêşmerge dşêt bi dengê xwe ku belê ya wî li lîliya tvenga wî gelek şrîntir bît û bibêjît belê û sed cara belê bu rîfranduma serbexuya kurdistanê.
p 2/ başe pêşmerge bitinê dşêt bêjît belê bu rîfrandumê yan dşêt hêşita rul hebît?
rêncber: belê ne bitinê bi dengdanê dê rulê her take kesekî bi dumahîk hêt nexasme pêşmergên kurdistanê , belku jbilî dengdanê çunike pêşmerge yê pîruze xelk bi pîruzî berê xu didenê ewî kartêkirineka pîruza heyi li ser xelkî , lewra divêt pêşmerge bêjîte hemû pêkhatên kurdistanê ez bi tvenga xu tujî bi dengê xu em herdûk pêgve bu drustkirin û ragehandina dewleta kurdistanê .
dumahîk ez û rêncber gehişitîne ewê baweryê ku pêşmergê kurdistanê dşêt rulekê êkcar mezn bigêrît bu prosa rîfranduma serbexuya kurdistanê weku çawa pêşmergeyi rul gêra qaremanî nîşa da bu navekê cîhanî drû bi rû bûna şerê da’ş da we bu egerê hndê ku hemû xelk bêjît em hemû pêşmergeyine ,lewra nukejî daxwaz li hemû xelkî dhêtekirin bibêjn belê bo rîfranduma serbexuya kurdistanê.

pşka şeşê: rolê şofêrên teksî
drûşmek heye dbêjn (alsiyaqe fn û zuq û alأxlaq) heke her mirovek nexasme ewê şofêr bît û tirumbêlê bihajot, divêt gelek bi hwîrî û bi kwîrî bi bawerî hzira xwe di vî drûşmî da biket, peyiv bo peyivê ramana wê bzanît û bibîte pşkek ji jiyana wî, bo nmûne divêt şofêr bzanît kanê şofêrî çî ye, nexasme şofêrê (teksiyê) teksî û şofêrê wê, du layenên pêkvegrêdayine di heman dem da, heke wan bvêt bo jiyanê derênî bin dşên rolekê gelek mezn û kara bigêrin heke wan bvêt dê şên bine kar ekterekê gelek kara bo serxistina her prosekê di jiyana mirovatiyê da, çuniku teksiyê û şofêrê teksiyê pêkvegrêdaneka rastewxwe li gel xelkî, heye ji ber hndê şofêrê teksiyê bo prosa rîfrandoma serbexweya kurdistanê jî dşêt rolekê êkcar mezn bigêrît û bi hemî qûnaẍên prosê mîna giringiya prosê, hişiyariya xelkî, handana xelkî, dengdana xelkî bi belê, da ku şofêrê teksiyê jî weku hevwelatiyekê kara di çarçûvê hestkirin bi berprsiyaretiyê bo xizimeta gel û nîşitmanê xwe navê xwe di mêjûya serferaziyê da tomar biket, bo hndê careka dî bîra hemî xwandevanan li drûşmê serî bînîne ve, dê çawa şofêrê teksiyê bi rengekê hunerî rol hebît di prosa rîfrandoma serbexweya kurdistanê da?.
dê çawa bi rengekê zewqî rol hebît di prosa rîfrandoma serbexweya kurdistanê da, dê çawa bi rengekê exlaqî rol hebît dprosa rîfrandoma serbexweya kurdistanê da.
demê şofêrê teksiyê evê çendê bi erkê xwe bzanît dê şêt rolê xwe jî bi serkeftiyane gêrît we dê şêt ewî drûşmî sed ji sedê cê becêket bo hndê babet zêdetir bihête zengînikirin dê nuke van prsiyarên li xwarê arasteyi kak rêncberî kem:
p1/ rêncber tu rolê şofêrê teksiyê çawa dbînî bo vê prosê?
rêncber: helbet her take kesekî, heke bvêt dê şêt rolekê gelek mezn û karîger gêrît nexasme, di rûdan û pêşhatên nîşitmanî neteweyî da berjewendiya gşitî şofêrê teksiyê jî êk ji wan take kesane ku rojane danustandinê li gel çendîn texuçînên cuda cuda dket we li cihên cuda cuda, ji ber hndî dşêt rolekê êkcar mezn bigêrît di heman qûnaẍên prosê da.
p2/başe çawa rolê xwe bigêrît bo hndê berçav ronî li dev peyda bît dê yê serkeftî bît?
rêncber: bêguman gelek rêk û alav û amiraz mîkanzim hene ji wan.
1ـ şêwazê axftin û serederîkirinê.
2ـ pêşkêşkirina poster û pruşoran.
3ـ helkirina stiran û vîdiyoyan.
4ـ gehandina xelkî bi xobexşane.
5ـ nvîsîna drûşmên belê bo rîfrandomê di nav teksiyê da û li ser cihên cuda cuda.
eve hemî hndek rêkin gelekên dijî hene ku dşêt rolê xwe bigêrît.
dûmahîk wesa diyare ez û rêncber pêkve gehişitîne ewê baweryê ku hemî mirovan her take kesekî her texeka cuda cuda di nav sekterên cuda cuda da dşêt başitirîn rol bigêrît û hebît di prosa rîfrandom ber bi serbexweya kurdistanê şofêrên teksiyê jî êk ji wan kar ekterên gelek karaye û dşêt rolekê êkcar mezn bigêrît bo vê prosa nîşitmanî grêdayî jiyan û jiyar û kerameta mirovê kurd û kurdistanî, ji ber hndê şofêrê teksiyê me bu te rolê te destinîşanikr, tu jî bêje (yaalle) zendubaskan lê helbike û navê xwe di dîroka serferaziyê da tomar bike.

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *