2024/05/07 9:26:59
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Giştî | erê rastî qeyrane?
3

erê rastî qeyrane?

erê rastî qeyrane?
serinvêskar
di kumbûnekê da dgel rêzdar (nêçîrvan barizanî) serokê encumenê wezîran û stafê wî egerên qeyranê bo me beḧskirin:
1. dakeftina bihayê neftê.
2. şerê da’şê.
3. hatina aware û penaberan bo kurdistanê.
4. birrîna mîzanîya herêma kurdistanê ji layê ḧkumeta ‘îraqê ve.
5. nebûna kargêrîyeka rêk û pêk di nav sîstemê ḧkumetê da.
bo her êkê jvane jî hêcet bo înan.
demê mirov hzira xo di van layenan da dket û bi hûrî û bi kûrî li ser radwestît êkser dê bêjît wlle raste eve egerên serekî ne bo qeyranê û baroduxê noke yê xelkî, lê li gor bawerîya min eve bitinê eger nîne belku egerên serekî xelk bixone ewjî demê xelkî çi beriname û plan bo jiyana xo nebin, dê rojane tûşî qeyranên hêşita mezntir bin.
-demê xêzanê planek nebît bo bexteweryê ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê deyk û baban çi plan nebin bo şêwazê arastekirina zarokan ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê mamostayi çi plan nebin bo hndê perwerdê berî fêrkirinê nîşa qutabî bidet ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê nujdarek bi keyfa nexoşî nefrê kete ew dermanxana wî divêt û kum kume nexoşan pêgve bibete jûrve ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê şufêrek li glupê sûr bidet û rêzê li tirafîkê negrît ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê xelk bigşitî baraptirî parên xo li seyranên turkiya û welatên ‘erebî û îranê xerc biket ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê baraptirî xelkî yê dû rû bi kerb û kîn bît ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê tazî bibine melaqî û bi taybet di nav jnikan da kes du’a bo mirî neket û bitinê mjulî beḧsê flan û fîstanî bin ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê cîran rêzê li cîranê xo negrît û belku berovajî rojane glêşê xo bi serda berdet ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê kuma sinêle û gencan li ber diywaran jmara veşartîya wayfayê û entirinêtê bi dzn ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê xelk û millet rêzê li smbulên neteweyî û pîroziyên welatî negrît ma eve mezntirîn qeyran nîne.
-demê êkî ḧezjêkirin bo welatê xo nebît û bitinê pêlava wî bi axa welatê wî ve grêdayî bît ma eve mezntirîn qeyran nîne.
ev babete û gelekên dî divêt em hemû li ser rawestîn û me bersva wan prsiyaran hebît daku bşêyin serederîyeka guncayi dgel her êk ji wan bikeyin û me plan û beriname hebin daku zalgehê li ser qeyranan bikeyin û nehêlîn çi caran tûşî qeyranan bibîn, noke jî em dşêyin kuntirola xo bikeyin û ḧkumetê jî neçar bikeyin, çunike ḧkumet pşkeke ji têgehişitina xelkî, min diviya babetî bi azirînm û hndekên dî zanistî tir û başitir li ser rawestin û rêkên drust nîşa me biden.
eve min hewl da çend prsiyarekan bikem û bersva wan jî bidem yadî jî bo hewe.
( dgel rêzgirtinê )

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *