2024/05/08 5:46:58
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Giştî | boçî sinêle dê berdewam bît
1

boçî sinêle dê berdewam bît

boçî sinêle dê berdewam bît
serinvêskar
her li destpêkê min divêt aşkera bikem ku renge hndek axftin di evê nvêsanê da dûbare û bigire sê bare jî bin, ewjî ji ber bîrînan û giringîya rûdan û axftinê.
kuvara sinêlle bi ser bilindîyeka êkcar mezn ve şiya cuda li ewî keltorê di salên bûrî da li kurdistanê û taybet li parêzgeha dhokê heyi ku çend jmareyek ji kuvarekê derbikevin û paşan rawestît, bi hemû bawerî ve dê bêjm berdewamîya (10) salên kuvara sinêle serencam (100) jmare pêşkêşî raya gşitî û rojnamevanîya kurdistanê û ji hemûyan giringtir texa sinêlan biket, ku eve xo bixo bersveka êkcar giring û mezn û pîroze bo gelek prsiyaran, bi taybet jî prsiyarên wan kesên nzanin prsiyarê biken.
herwesa sinêle di gelek qonaẍên sext û dijwar da derbaz bû, lê bi îradeka mezn ve şiya hemû wan qonaẍan bi serferazî bibirrît.
xaleka dî min divêt beḧs bikem, li hemû cîhanê û di nav her mal û xêzan û sazî û welatekî da kesê (êkê) rollekê mezn heye di serkeftin û şkestinê da, boçî ez vê çendê dbêjm, çunike min bawerîyeka mezn bi berdewamîya kuvara sinêle hebûye û heye û dê hebît jî, lewra ji bo berdewamîya evê çendê ez yê berhevm zêde zêde xo bi westînm û dgel gelek layenan baxvm û bikeyine hevkar û hevpşkên xo bitinê bo berdewamiyê, hûn dzanin boçî?
çunike projê kuvara sinêle, naveroka kuvara sinêle, dîzayina kuvara sinêle, çapa kuvara sinêle, stafê kuvara sinêle, burdê rawêjkarî yê kuvara sinêle û rengvedan û dengvedana guvara sinêle ….htd, eve hemû têra hndê dken ku êkemîn projê nîşitîmanî, neteweyî, rewşenbîrî, perwerdeyî û geşepêdana sinêlane li hemû ‘îraqê û kurdistanê û deverê.
ji ber hndê jî ev xalên hatîne gotin egerên serekîne bo berdewamîya kuvara sinêle, daku xaleka giring bi aşkerayî ve beḧs bikem ji wan hemû kawdan û qeyranên heyin dê berdewamîya kuvarê gelek ya bi zeḧmet bît, lê sozê didem ku gelek rêk û alav û mîkanzima bi karibînm bo hndê berdewam bît û min bawerîyeka mezn jî heye dê berdewam bît, nexasme stafekê hêja û nmûneyî kar têda dken, aniku em hemû pêgve dê berdewamiyê deyine kuvara sinêle, jmare (101) jî li hemû layekî di sala (2017)ê da pîroz dkeyin, eve min bi aşkerayî bersva boçî ya evê jmarê da.
heta hjmara bihêt her di serferaz bin

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *