2024/05/19 4:13:45
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Giştî | bêzarbûn dijiyê sinêleyê da çî ye û dê çawa xo jê parêzîn
deler zhir

bêzarbûn dijiyê sinêleyê da çî ye û dê çawa xo jê parêzîn

bêzarbûn hest pêkirine bi hndê ku her tşit demê mirovî bi herwe dbet, yan jî tu karekî bikeyi yê nexoş bît û dubare bikeyi ku karibikete ser te û te bêzar biket bêyi ku karibikete ser karê te, livêre egerên derûnî yên heyin grêdayi ne bi xemukiyê ve, û hndek egerên civakî hene ku sinêle neşêt encam bidet jbilî dkevanê qutabixanê da, evca ew civakê bo sinêleyi karên tirfîhî û werizşî û karên mirovayetî dabîn neken wek muzîk û wêne û şanû, çpênevêt ew sinêlê divî civakî da dijît dê hest bi bêzarbûnê ket, bêzarbûn hêzeka nerênî li dev sinêlan peyda dket ku dbîte egerê hndê sinêle hndek reftarên ne drust encam bidet yan jî di nebaş bin bo wî wek: kêşana cgarê, niyasîna hevalên xirab, têkelîkirin di civakên nebaş da, bikarînana madidên bêhuşker, bêzarbûn hesta dûdliyê û xemukiyê li dev sinêlan peyda dket ku dbine egerê hndê arîşeên derûnî jê drust bin, çendîn rêk yên heyin bo hndê sinêle ji bêzarbûnê bihête dûrkirin:-
– li demê bêhnvedana karekî biket/ qonaẍa sinêleyê hêzeka mezn ya heyi evca divêt wê hêzê bikaribînî bi kirina karekî daku bşêyi brêka wî karî xo pêşbêxî û şiyanên xo bidete karî.
– werizş/ brêka pşkdarîkirin di yariyan da yan endam bûn di yaneyekê da jberku bikarînana şiyana û tumarkirina her tşitî hêzeka erênî peyda dket.
– karên kumelayetî/ karên xobexşî di rêkxirawên serbexo da bo harîkarîkirina wan.
– pêşêxistina behreyê/ sinêle demê xo bi wan karan ve biburînît yên ku ew xoşiyê jê dbînît eva henê dê bîte pşitevan ji keşê bêzariyê derkevît.
– geşitkirin/ geşitkirin bo nav siruşitî û helkêşana hewayê paqj û dîtina tşitên siroşitî mirovî ji bêzarbûnê dûrdêxît.
– karê nav malê/ gelek ji malan nahêlên sinêlên wan di malê da karibiken eve ya xirabe jberku sinêle jî êke ji kesên malê , karkirina li mal dê bîte pşitevan bu wî ku bşêt bo dahatî xo berhev biket.
lê hestkirin bi bêzarbûnê hndek caran ya bi mfaye , aniku harîkarîya sinêleyi dket ku hzir di jiyana xoda û di dahatê xoda biket bi mercekî xo ji sinurê civakê xo dûr neket, lê demê bêzarbûn dbîte egerê hndê ku xo ji hevalan dûr bikeyi ji tşitên serekî ewe li egeran bigerî ka boçî tûşî vê çendê bûye.

berhevkirin : dlêr zihêr

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *